Lîreyê Tirkiyê piştî gefên êrîşên li ser Bakurê Sûriyê daket

Piştî ku Koşka Spî ragihand ku Enqere dê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşekê pêk bîne, îro nirxê lîreyê Tirkiyê daket.

Lîreyê Tirkiyê piştî gefên êrîşên li ser Bakurê Sûriyê daket
7 cotmeh, 2019   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Sere vê sibê dolar li hember lîreyê Tirk heta 5.7060’an jî daket, lê belê piştî daxuyaniya Amerîkayê ku dê destekê nede hewldana dagirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heta asta 5.7588’anjî zêde bû.

Ji ber aloziya têkiliyên Enqere û Washingtonê, her wiha xetereya destwerdananên siyasî di siyaseta darayî de lîreyê Tirkiyê ji sedî 30 beramberî dolar bû û ji destpêka salê ve ji sedî 8 kêm bûye.

(eh)