Şêniyên Serêkaniyê li dijî gefên Tirkiyê daketin qadan

Li navçeya Serêkaniyê ya kantona Hesekê bi deh hezaran şêniyên navçeyê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan.

Şêniyên Serêkaniyê li dijî gefên Tirkiyê daketin qadan
6 cotmeh, 2019   11:10
HESEKÊ

Şênî li navenda navçeya Serêkaniyê kom bûn û dirûşmên şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker berz kirin.

Şênî ber bi Til Xelefê ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Gelên Sûriye yek in" hatin avêtin.

Tê zanîn ku bi heman armancê meşek dê li kantona Hesekê jî were lidarxistin.

(bx)

ANHA