Pompeo: Vekolandina Tirkiyê ya li Qibrisê ne rewa ye

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo tekez kir ku welatê wî hewl dide têkiliyên xwe bi Yewnanistanê re xurt bike bi taybet di warê enerjiyê de. Her wiha tekez kir ku vekolandina Tirkiyê ya li Qibrisê ne rewa ye.

Pompeo: Vekolandina Tirkiyê ya li Qibrisê ne rewa ye
5 cotmeh, 2019   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îro di kongreyek çapemeniyê de bi hempêşiyê xwe yê Yewnanistanê Nikos Dundias re got: "Yewnanistan ji bo rûniştandina aramiyê li Ewropa û rojhilatê Deryaya Spî şirîkek stratejîk e. Washington dixwaze havpariya xwe ya bi Yewnanistanê re di tevahiya warên enerjiyê, rûniştandina aramiyê û aştiyê de li rojhilatê Deryaya Spî xurt bike."

Girêdayî vekolandina Enqereyê ya li gazê di rojhilatê Deryaya Spî de Pompeo got: "Ez nîqaşên ku me bi tirkan re der barê Qibirsê de pêk anîne eşkere nakim. Lê me diyar kir ku karên ku li ava herêmî ya Qibrisê têne kirin divê di bin banê qanûnê de be. Me ji tirkan re got karên wê di vekolandinê de li wir ne rewa ye."

Serok wezîrên Yewnanistnê Kyriakos Mitsotakis roja Şemî wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo agahdar kir ku Tirkiyê mafên serdestiya Qibrisê binpê dike.

Qibrisê tevgera Tirkiyê ya dawîn di şandina keştiya kolandinê de ji herêma ku Nîqosiya ruxseta vekolandina petrol û gazê daye şermezar kir.

(şx)