Li Girî Spî dewriyeyeke hevbeş geriya

Îro di saetên sibê de dewriyeyeke hevbeş ku ji hêzên DYA û artêşa Tirk pêk tê, li rojhilatê bajarê Girê Spî geriya. Ev yek di encama pêkanîna mekanîzmaya ewlehiya sînor de pêk tê.

Li Girî Spî dewriyeyeke hevbeş geriya
4 cotmeh, 2019   07:54
GIRÊ SPÎ

Ji bo pêkanîna bendên mekanîzmaya ewlehiya sînor ku di navbera Rêveberiya Xweser, DYA û Tirkiyê de pêk hat, dewriyeyên hevbeş li ser xeta sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Tirkiyê de digerin.

Îro di saetên sibê de dewriyeyeke hevbeş ku ji hêzên DYA û artêşa Tirk pêk tê, li rojhilatê bajarê Girê Spî yê herêma Firatê geriya.

Dewriye dê 46 km li rojhilatê Girê Spî û navçeya Silûk, her wiha bi kûrahiya 6 km bigere.

Tê zanîn ku dewriyeyên hevbeş bi koorînasyona bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û li gorî bendên lihevkirina mekanîzmaya ewlehiya sînor digerin.

(bx)

ANHA