Meclisa Giştî 6 pêşniyar erê kirin

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6 pêşniyarên meclisên edaletê û rêveber û meclisên qanûnsaz ên herêmên Firat û Minbicê erê kirin.

Meclisa Giştî 6 pêşniyar erê kirin
Meclisa Giştî 6 pêşniyar erê kirin
Meclisa Giştî 6 pêşniyar erê kirin
Meclisa Giştî 6 pêşniyar erê kirin
Meclisa Giştî 6 pêşniyar erê kirin
Meclisa Giştî 6 pêşniyar erê kirin
Meclisa Giştî 6 pêşniyar erê kirin
3 cotmeh, 2019   15:17
EYN ÎSA

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya 24‘an li avahiya Desteyên Rêveberiya Xweser a li Navçeya Eyn Îsayî li dar xist. Hevserokên Meclisa Giştî Sîham Qeryo û Ferîd Etê, hevserokê Meclisa Edaletê Îmad El-Keraf û piraniya endamên meclisa giştî di civînê de amade bûn.

Di destpêka civînê de Meclisa Edaletê pêşniyara tevlîkirina Kemal Hac Elî ji bo endamtiya  Meclisa Edaletê û zêdekirina gotina peyva "Civakî" li ser navê meclisê da ku bibe Mecilsa Edaleta Civakî pêşkêşî Meclisa Giştî kir. Piştî nîqaşên li ser herdu pêşniyaran, Kemal Hac Elî xwe bi meclisê re da naskirin û CV ya xwe pêşkêş kir.

Meclisa Giştî bi hemû delegeyên xwe endametiya Kemal Hacî Elî pejirand. Ji aliyê xwe ve Kemal sûnd xwar. Bi vê yekê hejmara endamên Meclisa Edaleta Civakî bûn 13 endam.

Piştre meclisên qanûnsaz ên Minbic û Firatê pêşniyara hilbijartina Mihemed Elî li şûna Fatima Beko û Îcîl Îdan li şûna Hemo Hiso wekî nûnerên herêma Firatê pêşkêşî Meclisê Giştî kir ya ji aliyê xwe ve pêşniyar pejirand.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser ji 70 endaman pêk tê, jê 49 endamên Meclisa Qanûnsaz ên rêveberiyên xweser û meclisên sivîl û 21 jî teknokrat in.

Her wiha pêşnûmeyên Meclisa Rêveber a veguhestina Beşê Hawirdorê ji Desteya Tenduristiyê ji bo Desteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan û erekedarkirina Cîhan Mihemed ji bo Hevserokatiya Desteya Karûbarên Civakî ku şûna Bêrîvan Hesen a ku îstîfa kir pêşkêş kir. Piştî nîqaşkirina herdu pêşniyaran, Cîhan Mihemed rapora xwe pêşkêşî meclisê kir. Cîhan ji bajarê Efrînê ye mamostetî dikir, bi destpêkêa avakirina Rêveberiya Xweser wekî endama Meclisa Giştî hate hilbijatin. Herdu pêşniyar ji aliyê meclisê ve hatin erêkirin,  Cîhan jî sûnd xwar.

Endamê Dîwana Meclisa Giştî Yasir Silêman madeyên hevpeymana Meclisa Edaleta Civakî a ji 55 bendan pêk tê xwend. Piştre bend hatin nîqaşkirin û bersivên pirsan ji aliyê endamên Meclisa Edaleta Civakî û Qanûnî ve hatin dayîn. Di dawiyê de 17 bend hatin erêkirin. Erêkirina bendên din jî ji bo civîna bê ku tê payîn 9‘ê Cotmehê de li dar bikeve hate paşxistin.

ANHA