Li kampa Holê ciwanekî ji Babê hat kuştin

Jinên DAIŞ`î yên di kampa Holê ku yek ji kampên her xeter di cîhanê de ye, bi kêrê êrîşî zilamekî ji bajarê Babê yê Sûriyê kir û di encama wê de zilam hat kuştin.

Li kampa Holê ciwanekî ji Babê hat kuştin
3 cotmeh, 2019   11:25
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji kampa Holê ya 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê beriya niha ragihand ku ciwanek ji bajarê Babê  16 derbe bi kêrê di sing û zikê de ji aliyê jinên DAIŞ`î yên kampa Holê vexwar û di encamê de, ew zilam hate kuştin. Kesî hatiye kuştin bi navê Abdullah Ehmed ji şêniyên bajarê Babê yê bejahiya bakurê Helebê ye ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin.

Niştecihên kampê yên nêzî kuştiyê bi navê Abdullah Ehmed diyar kir ku ew bi tena xwe di bin konekî di beşa 5`emîn ji kampê de dijiya. Her wiha gotin îro wan cenazeyê Abdullah ku di nava xwînê de mabû dîtin û gotin derbeyên wî bi kêrê bûn.

Berpirsê ewlehiyê di kampê de ji ajansa me re destnîşan kir ku ciwanê bi navê Abdullah fikrên DAIŞ`ê red dikir, her tim bi jinên DAIŞ`î re yên di kampê de di nava danûstandinê de bû û fermanên ji wan red dikir. Ji ber wê jinên DAIŞ`î tekez kir ku wan Abdullah kuştine. Berpirsan diyar kir ku ew li kesên ev yek pêk anîne digerin.

Her wiha berpirsên ewlehiyê destnîşan kir ku jinên DAIŞ`î niştecihên kampê neçar dikin ku fermanên wan pêk bînin, fikrên çeteyên DAIŞ`ê qebûl bikin û kesê ku fermanên wan red dikin rastî kuştin û lêdanê tên. 

Ajansa me ANHA`yê 29`ê Îlona derbasbûyî ragihandibû ku du xwişk ji jinên DAIŞ`î ku di kampa Holê de bû ji aliyê jinên DAIŞ`î yên Rûsî ve rastî lêdanê hatin. Her wiha rapora dîtina cenazeyê jineke kuştî di kenalîzasyonê de belav kir.

Tê zanîn ku di kampa Holê de zêdeyî 71 hezar koçber, penaber û malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî hene. Hejmara malbatên çeteyên biyanî nêzî 11 hezar kes (Jin û zarok). Tevî gelek bangên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî lê dewlet wergirtina hemwelatiyê xwe yên di nava DAIŞ`ê de red dikin ji ber ew barekî mezin li ser Rêveberiya Xweser çêdikin.

(bx)

ANHA