Li Helebê projeyeke xizmetguzarî bi lêçûna 200 milyon

Şaredariyê Gel a Helebê dest bi pêkanîna daxwazên şêniyan a qîrkirina kolanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, kir. Proje dê di gelek merheleyan de û bi lêçûna 200 milyon lîreya Sûriyê, pêk bê.

Li Helebê projeyeke xizmetguzarî bi lêçûna 200 milyon
Li Helebê projeyeke xizmetguzarî bi lêçûna 200 milyon
Li Helebê projeyeke xizmetguzarî bi lêçûna 200 milyon
Li Helebê projeyeke xizmetguzarî bi lêçûna 200 milyon
Li Helebê projeyeke xizmetguzarî bi lêçûna 200 milyon
Li Helebê projeyeke xizmetguzarî bi lêçûna 200 milyon
Li Helebê projeyeke xizmetguzarî bi lêçûna 200 milyon
3 cotmeh, 2019   07:32
HELEB-ARIF SILÊMAN-MIHEMED EBDO

Piştî lidarxistina rêzecivînan ji hêla Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya zanîna daxwazên şênî û pêdiviyên wan, Şaredariya Gel a Helebê dest bi danîna planên giştî li gor derfetên heyî, kir.

Ji nav projeyên ku derbasî pêkanînê bûye, qîrkirina rêyan e. Dê nêzî 11 hezar m2 bê qîrkirin û lêçûna wê jî 200 milyon lîreya Sûriyê ye.

Di projeyê de zêdetirî 30 karker ji komîteya xizmeteguzariyê ya girêdayî şaredariyê dixebitin. Her wiha jî alavên mîna treks, bok, 2 erebeyên veguhastinê, alava kolandinê û erebeya qîrê dixebitin.

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Hevserokariya Şaredariya Gel a Helebê Azad Qaziqlî îşaret pê kir ku dê li gel projeya qîrkirinê, derfetên projeyên dîtir hene da ku tax xweşik bibe û li rexê binesazî ji torên kanalîzasyon û avê jî li gor derfetên heyî, pêk bên.

Azad di axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku parastina mal û milkeyetên giştî biparêzin.

Li aliyekî dîtir jî, şêniyên bi navên Şukrî Mamo û Fatme Hecî kedên Şaredariya Gel a Helebê ên guhartina rewşa xizmetguzariyê taxê, spas kirin.

(fr)

ANHA