Li Şedadê mazot li şêniyan hate belavkirin

Komîteya Sotemenî ya navçeya Şedadê dest bi belavkirina mazotê kir. Para her malbatekê 400 lître bi buhaya 75 lîreyên Sûriyê ji her lîtrekê re.

Li Şedadê mazot li şêniyan hate belavkirin
Li Şedadê mazot li şêniyan hate belavkirin
Li Şedadê mazot li şêniyan hate belavkirin
Li Şedadê mazot li şêniyan hate belavkirin
Li Şedadê mazot li şêniyan hate belavkirin
2 cotmeh, 2019   18:34
HESEKÊ

Li gorî serokê Komîteya Sotemenî Husam El-Miberêd bi nêzîkbûna zivistanê re komîteya sotemenî ya girêdayî navçeya Şedadê dest bi belavkirina sotemenî li ser gundên dûrî  navçeyê  kir ji bo ku belavkirin li ser bajêr û gundewar  hêsan bikin.

El-Miberêd  destnîşan kir ku para her malbatekê 400 lître ye. Prosesa belavkirinê li gundên dûrî navçeya Şedadê mîna Celal, Ebû Hamza, El-Fedxemî û El-Ewed  tevî gundên girêdayî Mergede, Erîşa û El-Deşîşe bidawî kirine.

El-Miberêd diyar kir ku dê sotemenî bê pere li ser malbatên şehîdan û dibistanan belav bikin. Girêdayî mijarê tekez kir ku komîteyê belavkirina mazotê ji dibistanan re bi dawî kiriye û dê di hefteya bê de mazotê li malbatên şehîdan belav bikin.

Hejmara şêniyên navçeyê û navçeyên nêzî wê zêdetirî 25 hezar malbat e. Ji ber wê û ji bo ku beriya zivistanê sotemenî bighêje şêniyan komîteyê zû dest bi belavkirinê kirin.

(şx)

ANHA