Şaredariya Minbicê dest bi hemleya sererastkirina peyareyên rêyan kir

Şaredariya Gel a Minbicê û gundewarê wê vê sibehê dest bi hemleya sererastkirina peyareyan û navîna rêyên giştî û şaxî ya ku ragihandibû kir. Li gorî hemleyê dê tevahiya kolanên bajêr û yên şaxî werin sererastkirin.

Şaredariya Minbicê dest bi hemleya sererastkirina peyareyên rêyan kir
Şaredariya Minbicê dest bi hemleya sererastkirina peyareyên rêyan kir
Şaredariya Minbicê dest bi hemleya sererastkirina peyareyên rêyan kir
Şaredariya Minbicê dest bi hemleya sererastkirina peyareyên rêyan kir
Şaredariya Minbicê dest bi hemleya sererastkirina peyareyên rêyan kir
2 cotmeh, 2019   15:27
MINBIC

Di çarçoveya xebatên xizmetguzarî de Şaredariya Gel a Minbic û Gundewarê wê nirxandinek ji bo boyaxkirina peyare û kevirên navînên rêyên giştî û şaxî yên bajêr bi her du rengên pirteqalî û reş amade kiriye. Ev gav piştî pêkanîn projeyên ziftkirina rêyên bajêr û gundewar hat.

Piştî nirxandinê û amadekariyên pêwîst ji bo hemleyê, îro şaredariyê li ser rêya Helebê dest bi pêkanîna hemleyê kir. Li gorî nirxandinê dê tevahiya peyareyên kolanên giştî û şaxî yên bajêr werin sererastkirin.

Berpirsê hemleyê Mihemed Ebûd Berho diyar kir di hemleyê de dê tevahiya peyareyên bajêr werin boyaxkirin û got: "Me dest bi sereastkirina kevirên peyareyan ên kevn bi yên nû kir. Piştî sererastkirinê me dest bi boyaxkirina peyareyan bi rengê pirteqalî kir û piştre em ê bi rengê reş boyax bikin."

Di dawiyê de Berho got: "Xebatên boyaxkirinê bi xebatên sererastkirinê re  destpê kirin. Bi armanca ku dîmenek şaristanî li kolanên bajêr xuya bikin. Qonaxa yekemîn ji Çarxerêya Keştî(El-Sefîne) li ser rêya Helebê heya Çarxerêya El-Midfe destpê kir. Niha derdora 40 karker di hemleyê de kar dikin. "

(şx)

ANHA