Mijarên rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro der barê nakokiyên di navbera aliyên desthilatdar li Sûriyê, her wiha pêşdîtina Rûsyayê ji bo pêşeroja Sûriyê, aloziya di navbera DYA û Îranê de, destwerdana Rûsyayê li Rojhilata Navîn û lawazbûna partiya Erdogan AKP’ê de nivîsî.

Mijarên rojnameyên erebî yên îro
28 îlon, 2019   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerq El-Awsat: Li gorî Rûsyayê Sûriye; li her bihostekê dewlet, paşê hilbijartin

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Êdî pêşdîtina Rûsyayê bo Sûriyê diyar e, piştî ku Rûsyayê bi awayekî rasterast kete Sûriyê dê paşguhkirina helwestên wê ne pêkan be.

Moskov ne alîgirê `Bihara Ereban` bû, vê tiştê ‘şoreşên rengî` ku beriya 20 salan Sovyet guherand, dianî bîra wê. Ji bo Rûsyayê ne girîng e kîjan serokê Ereban dê di encamê raperîna gel an encama destwerdana derve de biçe, lê ya girîng kî dê li şûna wî bê. Rûsya sûd ji ezmûna Iraqê wergirt, dema piştî şerê 2003`yan artêş hate hilweşandin, lewma wê li Sûriyê saziya artêşê parast û li hemû deverên Sûriyê belav kir.

Pêşdîtina Rûsyayê bo Sûriyê wiha ye: dê serweriya dewletê û "artêşa bihêz" li ser tevahiya axa Sûriyê, li Idlib û rojhialtê Firatê û her bihosteke axa Sûriyê bê çespandin. Pêşdîtinên siyasî jî wiha ne; dê biryara navdewletî ya 2254’an pêk bê, li gorî wê hilbijartinên parleman û serokatiyê bi çavdêriya navdewletî pêk bên."

El-Ereb: Şerê desthilatdariyê di navbera Îran, Tirkiye û cîhadîstan de pêvajoya siyasî asteng dike

Rojnameyê der barê mijarê de nivîsî: "Aloziya Sûriyê dike bikeve sala 9`emîn, lê tevî wê jî rola aktorên herêmî û navdewletî neguherî, tenê aliyên ku destwerdana rewşa Sûriyê kirine, xapandinê dikin, her ku diçe "navmala" Sûriyê diderizînin.

Nakokiyên herêmê aboriya şer mezin kir, di nava civaka Sûriyê de pevçûnên mezhebî geş kirin, êdî ew civak hev birîn dike, her kes qels dibe û dikeve bin siya aliyekî. Hêzên herêmî û navdewletî jî hewl didin vê rewşa parçebûnê biparêzin bêyî ku li çareseriyeke rasteqîn bigerin.

Li ser erdê jî rejîmê li gelek deveran diranên opozîsyonê koh kirin û gelek axa ku berê winda kiribû vegerand, lê herêma Idlibê ku nêzî 3 milyon û nîv welatî lê dijîn, xeleka herî mezin e ku pêşeroja Sûriyê destnîşan bike, yan dê lihevhatinên neçalak pêk bên, piştîku her kes tê gihîşt ku tu aliyê herêmî yan navdewletî dê nikaribe bi tena xwe bibe xwedî rola navendî li Sûriyê. Yan dê aliyên dijberî hev bibin statuyên nû li asîmanê Rojhilata Navîn. Anku dikare bê gotin ku berdewama aloziyê girêdayî aloziya rêxistinên çekdar ên li Sûriyê ye, her wiha girêdayî firehbûna desthilatdariya Tirkiyê û Îranê û gefên Rûsyayê ye."

El-Anbaa: Trump berovajî Rûhanî got: Min pêşniyara hevdîtina beramberî rakirina cezayan nepejirand

Der barê arîşeya di navbera Îran û DYA’yê de rojnameyê  wiha nivîsî: "Serokê DYA’yê Donald Trump got wî daxwaza Îranê ya rakirina cezayan beramberî hevdîtinê nepejirand. Ev gotin jî berovajî daxuyaniyên serokê Îranê Hesen Rûhanî bû ku roja înê gotibû Amerîkayê ji bo hevdîtinan pêşniyar kiriye ku cezayan rake.”

Trump li ser Twitterê nivîsî "Îran ji bo hevdîtinan xwest ku ceza bêne rakirin, lê min got na!"

El-Ereb: El-Serac piştî ku xwe spartibû Tirkiyê niha jî pala da çekên Tirkiyê

Der barê destwerdana Tirkiyê ya aloziya Lîbyayê de rojnameyê nivîsî: "Çavkaniyên Lîbyayê mijara derbaskirina çekên Tirkiyê bi rêyên asmanî û deryayî, bo milîsên alîgirên hikumeta Wifaq a Lîbyayê bi serokatiya Fayiz El-Serac, eşkere kirin, hikumeta El-Serac pala xwe da çekên Tirkiyê û xwe ji berpirsyariyên pêvajoya demên bê da alî.

Şîrketeke veguhaztinê ya Lîbyayê diyar kir ku barek çekên Tirkiyê gihîşte milîsên Misrata yên alîgirên hikumeta El-Serac.

Çapemeniya Lîbyayê li ser zimanê berpirsê şîrketê diyar kir ku keştiyeke Îtalyayê bi navê Grand Jabon roja sêşemê gihîşte bendera Misratayê û barê xwe li wir vala kir, barê keştiyê ji 1809 maşînan pêk dihat her wiha nêzê 180 maşînên bizirx û hejmareke mezin a çekan ku di nava wan de dronên Tirkiyê jî hebûn.

Piştî wê bi rojekê çavkaniyên leşkerî yên Lîbyayê diyar kir ku baleafireke Boeing 747, roja çarşemê li balafirgeha Miêtîqa ya navdewletî danî, ku 23 km`yan nêzî paytext Trablusê ye, wê jî barê xwe li wir vala kir ku ji çek û cebilxaneyan pêk dihat, ji bo milîsên alîgirên hikumeta El-Serac hatibûn rêkirin.

Ev ne cara pêşî ye ku Tirkiyê qedexeya rêkirina çekan bo Lîbyayê binpê dike, ji sala 2015`an ve çekên Tirkiyê ber bi Lîbyayê ve diherikin û dighêjin destên rêxistin û milîsên terorîst ên Lîbyayê.”

Şerq El-Awsat: Bangên xwepêşandanên li dijî El-Sîsî têk çûn

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Bangên xwepêşandanên li dijî desthilatdariya Misrê ku ji aliyên hin dijberan hetibûn kirin, têk çûn, di heman demê de alîgirên serok Ebdilfetan El-Sîsî li Qahîrayê ji bo piştgiryê daketin kolalan, çapemeniya xwecihî dîmenên bi hezaran wealtiyan weşandin.

Li aliyekî din artêşa Misrê der barê bangên xwepêşandanê de tu daxuyanî neda, artêşê behsa amadeyiyên xwe kir, piştî ku hin dijberan mijara aboriya artêşê rexne kiribûn.”

El-Ereb: Pûtîn dema desthilatdariya Sovyetê li Rojhilata Navîn vedigerîne

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Kar û barên firehkirinê ku Rûsya li baregeheke deryayî ya li Tartûsa Sûriyê dike, nîşan dide ku serok Vladimîr Pûtîn hewl dide li dijî tevgera Amerîkayê li Rojhilata Navîn, dema desthilatdariya Sovyetê vegerîne, her wiha li dijî desthilatdariya hin hêzên herêmî yên mîna Îran û Tirkiyê, ji bo pêkanîna vê jî sûdê ji şerê Sûriyê werdigire û rewşeke nû ferz dike.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Rûsya bi rêya mezinkirina hebûna xwe ya stratejîk li Sûriyê dixwaze cihê xwe li ba hêzên herêmî û navdeweletî yê der barê mijar Sûriyê de bihêz bike, her wiha dixwaze der barê mijara Sûriyê û pêşeroja herêmê de hijmreke bi bandor be ku nikare bête paşguhkirin.”

Rûsya baregeheke deryayaî li Tertûsê fereh dike û stratejiyên berê yê Sovietê dubare dike, ku her dem keştiyên wê li deryaya spî di nava amadehiyê de bin.

Şerq El-Awsat: Partiya Erdogan di bin gefa parçebûnê de ye

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Partiya serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di bin gefa parçebûnê de ye, piştî sala derbasbûyî 840 hezar endamên xwe winda kirin, jixwe piştî ku du endamên damezrêner xwe kişandin û amdekariyên damezrandina du pariyên din dikin, aloziya partiyê mezintir bû.”

Rojnameyê wiha dewam kir "Li gorî Reutersê AKP bi rêya hevkariya bi neteweperstan re dixwze bigihîje pirhejmariya parlemanê, lewma helwesta wê qels bû, piştî ku dê dengên wê biçin aliyê partiyên ku dê Babacan û Davutoglu damezrînin.”

Sê endamên payebilind ên AKP`ê ji Reutersê re got dê partî hê jî endaman winda bike, ji ber ku têkiliya wê bi gel û regezên partiyê re qut bûye.”