Salvegera Hevbendî li Helebê hate pîrozkirin

5‘emîn salvegera Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk li Helebê hate pîrozkirin.

Salvegera Hevbendî li Helebê hate pîrozkirin
Salvegera Hevbendî li Helebê hate pîrozkirin
Salvegera Hevbendî li Helebê hate pîrozkirin
Salvegera Hevbendî li Helebê hate pîrozkirin
Salvegera Hevbendî li Helebê hate pîrozkirin
Salvegera Hevbendî li Helebê hate pîrozkirin
Salvegera Hevbendî li Helebê hate pîrozkirin
Salvegera Hevbendî li Helebê hate pîrozkirin
27 îlon, 2019   14:57
HELEB

Pîrozbahî li hola Efrîn a herêma Şiqêf a bajarê Helebê hate lidarxistin. Nûnerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Kongreya Star, Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Netewiya Civakî ya Sûrî, Partiya Demokratîk a Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Rûnêsans û Guhertin, endamên saziyên sivîl, Hêzên Asayîşê, endamên komînên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di pîrozbahiyê de amade bûn.

Pîrozbahî di deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre koordînatorê giştî yê Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk Ehmed Erec bi xêrhatina beşdaran kir û got: "Bi vê munasebetê em soza xwe nû dikin ku em ê li ser xeta û armanca ku hevbendî ji bo wê hatiye avakirin bidomînin heta ku a sûriyeke azad demokratîk pirrengî ava bibe."

Bi navê sazî û partiyên ku beşarî pîrozbahiyê bibûn axaftin hatin kirin. Di axaftinan de salvegera damezirandina hevbendiyê hate pîrozkirin û hate gotin ku hewcedariya Sûriyê bi hemû zarên wî heye ku wê biparêze,  aloziyê bi dawî bike û welatekî azad û demokratk ava bibe."

Piştî axaftinan peymanên pîrozbahiyê yên Eniya Demokratîk a Rizgariya Filistînê, Mala Êzidî, Meclisa Malbatên Şehîdan û Partiyên Jinên Sûriyê ji bo Aştiyê hatin xwendin.

Pîrozbahî bi stran û govendên komên Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo bi dawî bû.

ANHA