Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Idlilbê û derdora wê, tevgera Tirkiyê li dijî Erebistana Siûdî û tevliheviya Îranê kir.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
27 îlon, 2019   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Mijarên sereke yên ku rojnameyên erebî yên îro behsa wan kiriye, rewşa Idlib û derdora wê, tevgera Tirkiyê li dijî Erebistana Siûdî û her wiha tevliheviya bi Îranê re bûn.

Şerq El-Ewset: Moskov banga tesbîtkirina nuqteyên çavdêriyê li Idlibê kir da ku koçber derbas bibin

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê de behsa gelek mijarên sereke kir, ji wan jî rewşa Idlibê. Rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîdand: "Navenda Rûsyayê ya lihevkirinan li Sûriyê, banga aktîfkirina xebatên nuqteyên çavdêriyê ku ji aliyê Tirkiyê ve li herêmên bêçek li Idlibê hatine avakirin, kir da ku koçber vegerin. Ev yekemîn çirûsk e ku Moskov biryar daye van nuqteyan bihêle û hewl dide xebatên xwe bi hevkariya Enqereyê zêde berfireh bike.

Duh serokê navenda girêdayî baregeha Himemîn a Rûsyayê Rafail Moginof got ew bi hêvî ye ku xebatên hevbeş bi artêşa Tirkiyê re ku nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê bibin alîkar ku koçber li herêmên bêçek li Idlibê vegerin.

Berpirsê leşkerî yê Rûsyayê ji rojnamevanan re diyar kir ku Moskov di vê çarçoveyê de girîngiyê dide xebatên hevbeş bi Tirkiyê re û wiha got: "Her kes dizane ku çekdarên li herêmên bêçêk li Idlibê derbasbûna koçberan asteng dikin. Em bang li aliyê Tirkiyê dikin ku alîkariya me bike. Ji ber navendên wê yên çavdêriyê li van herêmên hene. Em hêvîdar in ku em bi hev re nuqteyên çavdêriyê aktîf bikin da ku koçber bi rêya korîdora Soran û Ebû Dihûr vegerin.

Her wiha destnîşan kir ku piştî rizgarkirina Xan Şêxûn a li başûrê parêzgeha Idlibê, nuqteya çavdêriyê ya Soran li parêzgeha Hemayê dest bi xebatan li aliyê bakur û başûr kir.”

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de wiha lê zêde kir: "Moskov û Şamê beriyê niha ragihandibû ku dîsa korîdora Ebû Dihûr a li herêma bêçek li Idlibê di 13`ê Îlonê de vekirine. Her du aliyan beriya wê jî ragihand ku korîdora mirovî li gundê Soran vekirin. Lê ev cara yekemîn e ku Moskov îşaretê bi rola nuqteyên çavdêriyê li herêmê dike. Bi taybet ku bang tekez dike ku Rûsya dixwaze nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê bihêle û xebatên ku ji aliyê Enqereyê ve ji bo wê bi hêzên din zêde bike, were erêkirin."

Çavkaniyên Rûsyayê helwesta Şamê vê bangê diyar nekir. Tevî ku hikumeta Sûriyê banga girîngiya vekişandina yekîneyên Tirkiyê ji herêmê kir û Şamê hebûna Tirkiyê wek "dagirkerî" pênase dike.

Çavkaniyekî Rûsî duh agahî da Şerq El-Ewset ku Moskov hewl dide firehiya lihevkirinên bi Tirkiyê re berfireh bike da pêkanîna pêşketina li ser erdê mîsoger bike. Her wiha got diyalogên Rûsya û Tirkiyê tu lihevkirinên bi temamî nehatine kirin, lê got divê Moskov xebatan bike da ku nêrîneke temam û hevbeş bi aliyê Tirkiyê re were kirin.

Aliyên Rûsyayê dûr naxin ku banga aktîfkirina xebatên 12 navendên çavdêriyê yên Tirkiyê beşekî ji çûyîna ber bi rewşa alîkariyeke hevbeş bi Tirkiyê re biçe da ku rewşa Idlibê di pêngava li pêş de baş bibe.

El-Beyan: Cezayên nû yên Amerîkayê yên li ser Sûriyê û Moskov Himemîmê fireh dike

Rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Wezareta Darayî ya Amerîkayê ceza li 3 endam û 5 kesayetên şîrketekê ferz kir. Ew bi tawana ku tev li plansaziya ku ji cezayên Amerîkayê ku hêzên Rûsyayê fiyol (Kirosîn) bide balafirên li Sûriyê, birevin.

Her wiha Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku ew baregeha hewayî li balafirgeha Himemîn a li parêzgeha Laziqiyê berfireh dike.

Ajansa Spûtnîk a Rûsî li ser zimanê cîgirê yek ji focên hewayî li baregeha Himemîn a Rûsî ku piştî aliyê duyemîn hate sererastkirin baregeh dikare pêşwaziya hejmareke mezin a balafiran bike.

Cîgirê fermandar ku nexwest navê xwe bêje, ji rojnamevanan re wiha diyar kir: "Niha aliyê duyemîn tê sererastkirin. Ev yek hêza wê zêde dike. Navendên nû ji balafiran re hatin avakirin. Ev navend dê parastinê ji êrîşên balafirên keşfê bike, her wiha parastinê ji baran û tîrêjên rojê jî bike."

Li gorî çavkanî ku di baregeha Himemîm de nêzî 30 balafirên SU-35, SU-34, SU-24, helîkopterên M35 û M8 EMTSH hene.

El-Ereb: Nakokiyên Tirkiye û Erebistana Siûdî

Rojnemeya El-Ereb behsa nakokiya Siûdî û Tirkiyê kir û wiha got: "Piştî salekê li ser bûyera kuştina rojnemevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî li konsolxaneya Stenbolê, Tirkiyê careke din dest bi hewldanên xwe kir ku bi wê dozê zextê Siûdiyê bike.

Dezgehên çapemeniyê yên Tirkan daxuyaniyên Qralê Siûdiyê Muhammed bîn Salman dema ku îşaret bi berpirsyariya xwe ya menewî ji bûyera kuştina Xaşiqcî kir, di bin sernavê xapînok belav kirin û gotin "Cara yekemîn e ku Bîn Salman berpirsyariya kuştina Xaçiqcî radike."

Der barê nakokiya di navbera Îran û Siûdiyê de rojnemeya Şerq El-Ewset jî wiha nivîsand: "Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pantagon) duh ragihand ku dê betariyên moşekan ên parastina asmanî û 4 sîstemên radaran, her wiha 200 kesên ji bo destekdayîna Siûdiyê, piştî êrîşa li ser navendên petrolê ya şîrketa Aramco."

Berdevkê Pantagonê Jonathan Hoffman di daxuyaniyê de wiha got: "Ev belavkirina destekdayînê dê parastina asmanî ji binesaziya leşkerî û sivîl li Siûdiyê xurt bike, her wiha dê hebûneke girîng a aktîf ji hêzên DYA`yê li herêmê xurt bike."

Her wiha di daxuyaniyê de hate zelalkirin ku wezîrê parastinê Mark Esper di amadekirina hêzeke ku di bin fermanên amadekariya belavkirinê de, erê kir tevî ku hîna biryara belavkirina hêzê nehatiye girtin.

Berdevkê Pantagonê wiha bi dawî kir: "Ev gav, pêkanîna erkên me li hember hevkarên me yên herêmî û ewlehî û îstiqrarê li Rojhilata Navîn dide diyarkirin."

(bx-jo)