‘Ji mafê Rêveberiya Xweser e ku destûra nûnertiya wê nake, red bike’

Rêveberê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ristem Bekir diyar kir ku nakokiyên di navbera rejîm û nûnerên komên çete de têkildarî komîteya destûrê dê bi xwe re binkeftinê bînin û bal kişand ser ku ji mafê Rêveberiya Xweser e ku destûra nûnertiya wê nake, red bike.

‘Ji mafê Rêveberiya Xweser e ku destûra nûnertiya wê nake, red bike’
27 îlon, 2019   06:56
HESEKÊ-OLVA HAC MENSUR

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres vê duşemê avakirina komîteya destûrê ya Sûriyê ragihand û ew jî bêyî ku nûnerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bibin.

Piştî lûtkeya sêalî ya di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de ya 16’ê Îlonê, komîte Sûriyê hat ragihandin.

Dûrxistina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteyê, pêleke bedbîniyê çêkir. Li aliyekî dîtir jî gelek pirs der barê komîteya destûrê de hene ku hêza herî aktîf ji aliyên siyasî û leşkerî ve li Sûriyê tê de tune ye.

Girêdayî mijarê, rêveberê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya navçeya Dirbêsiyê Ristem Bekir wiha got: "Ev komîte ji bo hesab û berjewendiyên herêmî û navdewletî hat avakirin û ne ku ji bo berjewendiyên gelê Sûriyê."

Di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nêzî 5 milyon sûrî hene û bi hêzeke aktîf di şerê li dijî DAIŞ’ê û komên çete li dirêjahiya salên aloziya Sûriyê de, beşdar bûn.

Der barê çarenûsa vê komîteyê de Bekir wiha anî ziman: "Ji roja destpêkê ya ragihandina avakirina komîteya destûrê û nebeşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser, diyar bû ku çarenûsa vê komîteyê dê binketin be. Her wiha jî nabe deriyek ji çareserkirina aloziya Sûriyê re. Ji ber ku di navbera rejîm û opozîsyonê de nakokî û nêrînên cihêreng hene. Ji ber opozîsyon li ser avakirina destûreke nû diaxive û rejîma Sûriyê jî destûra heyî nîqaş dike. Bi wê re jî di xebata komîteyê de nediyarbûnek heye."

Dûrketina nûnerên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bandora wê li ser komîteyê, Bekir wiha got: "Ev lihevkirin, ji destpêka Astanayê ve heta lûtkeya dawîn a di navbera serokên her sê dewletan; Rûsya, Tirkiye û Îranê de pêk hat. Ya herî balkêş jî, ragihandina bidawîkirina komîteyê piştî lidarxistina vê lûtkeyê hat."

Bekir wiha domand: "Em dizanin ku ev dewlet ji bo berjewendiyên xwe û parçekirina Sûriyê dixebitin û dê çarenûsa komîteyê binkeftî be."

Di dirêjahiya axaftina xwe Bekir got ji mafên Rêveberiya Xweser e ku beşdarî vê komîteyê bibe û wiha pê de çû: "Ji ber ku wê parastina xaka Sûriyê kir. Ji destpêkê ve hewl dide xaka Sûriyê parçe nebe. Şerê terora DAIŞ’ê, kom û rêxistinên çete kir. Di birêxistinkirna herêm û têkiliya di navbera pêkhateyên wê û jiyana hevbeş de bi ser ket ku tecrubeya wê ya siyasî ya serkeftî heye."

Rêveberê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Dirbêsiyê Ristem Bekir gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Ji mafê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku vê komîteyê qebûl neke. Ev jî nîşaneya dawiya rê ye. Xebata siyasî dê bidome. Em tevan dizanin ku ev komîte ne pêkan e ku aloziya Sûriyê çareser bike. Ji ber ku tevahî pêkhateyên li Sûriyê beşdar nebûne."

(fr)

ANHA