Xesan El-Yûsif: Meşên li Dêrazorê aştîxwaz in û daxwaza mafên rewa dikin

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif diyar kir ku kiryarên rejîmê yên zordar hîna didomin, mînaka wê yekê jî nerazîbûna wê ji vegera zêdetirî 200 hezar koçberan li gundên xwe û bi şîdet li pêşiya wan derketin û got "Meşên li Dêrazorê pêk hatin aştîxwaz in û daxwaza mafên rewa dikin."

Xesan El-Yûsif: Meşên li Dêrazorê aştîxwaz in û daxwaza mafên rewa dikin
23 îlon, 2019   08:55
DÊRAZOR – BEHA EL-ELÎ

20`ê Îlonê (roja înê) şêniyên gundên El-Salihiyê, Hetlê, Hesîniyê, Mirad, Mezlûm û Xişam ên rojhilatê Dêrazorê meşek li dar xist û daxwaza vekişandina hêzên rejîma Sûriyê ji gundên xwe kir ku jê hatin derxistin.

Hêzên rejîmê bi tundî bersiva meşa şêniyan da û bi awayekî rasterast gule li sivîlan reşandin û di encamê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Der barê mijarê de hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif ji ANHA`yê re axivî. El-Yûsif wiha got: "Rûdanên li Dêrazorê qewimîn, meşên ku daxwaza mafên rewa dikin, gel jî mafdar e ku çarenûsa xwe diyar bike."

El-Yûsif wiha lê zêde kir: "Armanca me vegera îstiqrarê li hemû xaka Sûriyê ye, em hewl didin dûrî hemû şerên herêmî û navneteweyî bibin, ji bo parastina ewlehî û aştiya gelê Sûriyê."

(jo)

ANHA