Bawernameyên zimanê kurdî li 600 mamosteyan hatin belavkirin

600 mamoste yên ku di nava 4 salên dawî de li Peymangeha Şehîd Baz a Zanistên Perwerdeyê perwerdeyên zimanê kurdî dîtibûn bawernameyên derçûnê wergirtin.

Bawernameyên zimanê kurdî li 600 mamosteyan hatin belavkirin
Bawernameyên zimanê kurdî li 600 mamosteyan hatin belavkirin
Bawernameyên zimanê kurdî li 600 mamosteyan hatin belavkirin
Bawernameyên zimanê kurdî li 600 mamosteyan hatin belavkirin
Bawernameyên zimanê kurdî li 600 mamosteyan hatin belavkirin
Bawernameyên zimanê kurdî li 600 mamosteyan hatin belavkirin
21 îlon, 2019   16:06
QAMIŞLO

 

Peymangeha Şehîd Baz a li navçeya Girkê Legê di sala 2015‘an de bi armanca avakirina mamosteyên zimanê Kurdî hate vekirin.

Bi destpêka sala nû ya perwerdeyê Rêveberiya peymengehê şahiya belavkirina bawernameyên derçûnê li 600 mamoste û xwendekarên ku di nava 4 salan de li peymangehê perwerde dîtine li dar xist.

Şahî li qada parka Erd Seîda a li bajarokê Rimêlan hate lidarxistin.

Hevserokê Desteya Rêveberiya Dibistanan a Kantona Qamişlo Goran Şakir axivî, rola peymangehê ya avakirin û pêşxistina mamosteyan destnîşan kir.

Piştre bawername li 600 mamosteyên navçeya Girkê Legê û Til Koçerê hatin belavkirin.

Şahî bi stranên koma Alînya ya navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran bi dawî bû.

ANHA