Hêzên rejîmê tevî agirbestê jî “herêmên bêçek" topbaran dikin

Li herêmên qaşo bêçek, tevî agirbestê jî topbarana hêzên rejîmê berdewam dike.

Hêzên rejîmê tevî agirbestê jî “herêmên bêçek" topbaran dikin
21 îlon, 2019   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku hêzên rejîmê li bejahiya Idlibê anku “herêmên bêçek" topbaran dike û duh bi şev û vê sibê bi topavêjan êrîşî Hîş, Kefersecna, Şêx Damis, Reba El-Cor, Meret Hermê yên li aliyên başûr û başûrê rojhilatê bejahiya Idlibê kir. Heta van kêliyan jî agahiyên têkildarî windahiyan tune ne.

Duh bi şev hêzên rejîmê bi topavêjan êrîşî herêmên Kefersecna, Mensûra, herêma El-Lîrmon ên  bakurê Helebê kir, her wiha hêzên rejîmê bajarokên Hezarên û Meret Çîn ên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Dewletên bi navê "garantorên Astanayê" anku Rûsya, Tirkiye û Îran di civîna li Enqerayê de rewşa herêmên qaşo bêçek nîqaş kir û têkildarî civînê nakokî derketin holê. Di heman demê de çavkaniyên alîgirên çeteyan behsa soza Tirkiyê ji Rûsyayê re kir ku dê Heyet Tehrîr El-Şam û Huras El-Dîn rake.

Diyar e ku rûdanên diqewimin nîşana ku Rûsya derfeteke nû dide Enqereyê da ku hevpeymana Soçiyê ya berê pêk bîne, lê Enqere paşguh dike.

(eh)