6 sivîl ji navçeya Şiyê hatin revandin

 Dagirkeriya Tirk gelek şêniyên navçeya Şiyê revandin, di demeke ku asta binpêkirinan li vê navçeyê bilindtir dibe.

6 sivîl ji navçeya Şiyê hatin revandin
6 sivîl ji navçeya Şiyê hatin revandin
6 sivîl ji navçeya Şiyê hatin revandin
6 sivîl ji navçeya Şiyê hatin revandin
6 sivîl ji navçeya Şiyê hatin revandin
6 sivîl ji navçeya Şiyê hatin revandin
19 îlon, 2019   11:55
EFRÎN

Çavkaniyên herêmî ji navçeya Şiyê ya girêdayî kantona Efrînê ragihandin ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê duh 6 şêniyên ji gundê Enqelê yê girêdayî Şiyê

revandin, çarenûsa wan ne diyar e.

Çavkaniyan navên kesên hatin revandin diyar kirin "Xelîl Beker Mamo, Mihemed Arif, Mistefa Qaziqlî Mistefa, Hisên Ehmed Kerşo, Henanê Mihemed Ehmed û Îsam Elûş Etar."

Li navçeya Şiyê binpêkirin rû didin, çete rojekê mal û milkên çeteyan desteser dikin, rojekê sivîlan direvînin û rojekê sivîlan dikujin.

(jo)

ANHA