Tevgera Mezopotamya şahiyeke li bajarê Qamişlo li dar xist

Bi diruşma" Ka em biçin navenda çandê", Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk şahiyek hunerî ji şêniyên bajarê Qamişlo re li dar dixe.

Tevgera Mezopotamya şahiyeke li bajarê Qamişlo li dar xist
Tevgera Mezopotamya şahiyeke li bajarê Qamişlo li dar xist
17 îlon, 2019   18:51
QAMIŞLO

Di şahiya ku duh li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li dar ketiye de, bi dehan şênî, endamên Yekitiya Hunermendên Herêma Cizîrê û Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk, beşdar bûn.

Di şahiyê de, koma Sazkar a Stranan, koma Bala ya Foloklorê, koma Şehîd Welat a Govendê,  Koma Botan a Stranan û koma Nûpelda ya Stranên folklorî, berhemên xwe pêşkêş kirin. Her wiha henermend Ridwan Dêrikê û Sîpan Xelat di şahiyê de amade bûn.

Armanca Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk ji lidarxistina van şahiyên heftane ew e ku şênî bi huner û floklora kurdî bide nasîn.

(fr)

ANHA