Zarokên Efrînê şad bûn

Komîteya Piştgiriya Psîkolojîk bi hevkariya Heyva Sor a Kurd bi boneya destpêka sala nû ya perwerdeyê çalakiyek cihêreng  ji bo zarokên li kampa Şehbayê li dar xist.

Zarokên Efrînê şad bûn
Zarokên Efrînê şad bûn
Zarokên Efrînê şad bûn
Zarokên Efrînê şad bûn
Zarokên Efrînê şad bûn
17 îlon, 2019   13:52
ŞEHBA

Çalakî bi beşdarbûna bi dehan zarokên kampê û endamên Heyva Sor a Kurd û  Komîteya Piştgiriya Psîkolojîk amade bûn.

Di çalakiyê de pêşbik, şano bi zimanê Kurdî û Erebî û lîstok hatin lidarxistin.

Endama Komîteya Komîteya Piştgiriya Psîkolojîk Şervîn Omer wiha got: "Armanca lidar xistina van çalakiyan ew e ku zarok kêfxweş bibin û ji sala nû ya perwerdeyê amade bin.

Şervîn Omer destnîşan kir ku beşdarbûneke aktîf ji aliyê zarokan çêbû.

Tê payîn ku çalakî li hemû gundan û kampên din li kantona Şehba werin lidarxistin.

ANHA