Şêniyên Efrînê alîkariyên Rûsyayê red kirin

Şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker neçarî koçberiyê bûne û li kantona Şehbayê hatine bicihkirin, alîkariyên ku Rûsyayê ji wan re pêşkêş kirin, red kirin. Her wiha tekez kirin ku ew tu tiştî ji bilî Efrînê naxwazin.

Şêniyên Efrînê alîkariyên Rûsyayê red kirin
Şêniyên Efrînê alîkariyên Rûsyayê red kirin
Şêniyên Efrînê alîkariyên Rûsyayê red kirin
Şêniyên Efrînê alîkariyên Rûsyayê red kirin
17 îlon, 2019   11:28
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Îro bi dehan şêniyên Efrînê yên ji ber kiryar û êrîşên artêşa Tirk a dagirker neçarî koçberiyê bûne û xwe li kantona Şehbayê bi cih kirine, li gundê Wehşiyê yê girêdayî navçeya Fafîn a kantona Şehbayê li dijî alîkariyên ku Rûsyayê dixwest li wan belav bike, xwepêşandanek li dar xist.

Şêniyan tekez kir ku ew tu alîkariyê ji Rûsyayê naxwazin. Ji ber ku Rûsya destek da Tirkiyê ku 18`ê Adara 2018`am Efrîn dagir bike û Rûsya qada asmanî ji balafirên dewleta Tirk a dagirker ên ku li Efrînê komkujî pêk anîn re, vekir.

Welatiya bi navê Fatma Hesen a ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê û li gundê Wehşiye yê Şehbayê xwe bi cih kiriye di vê der barê de wiha got: "Em wek şêniyên Efrînê tu alîkariyan ji Rûsyayê naxwazin, ji ber ku Rûsya jî alîyek di dagirkirina Efrînê de bû."

Fatma tekez kir ku pêwîstiya şêniyên Efrînê bi alîkariyê Rûsyayê tune ye û ew Efrînê dixwazin.

Welatiyê bi navê Arif Mihemed got ew xwarin û pereyan ji Rûsyayê naxwazin lê belê ew tenê Efrînê dixwazin.

Beriya niha bi demekê jî bûyereke bi vî rengî li gundê Um Hoş pêk hat û şêniyan alîkariyên ji Rûsyayê red kir.

(bx)

ANHA