Çeteyên Tirkiyê sivîlek revand û yekî din qetil kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker rêveberê nexweşxaneya Cîhan Dr. Sebirî Henan revand û birin cihekî ne diyar. Li aliyekî din jî sivîk ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji da.

Çeteyên Tirkiyê sivîlek revand û yekî din qetil kir
10 îlon, 2019   19:08
 NAVENDA NÛÇEYAN

Binpêkirinên der mirovî yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê didomin.

Çavkaniyekî ji hundirê Efrînê ji ANHA‘yê re ragihand ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker îro rêveberê nexweşxaneya Cîhan a bajarê Efrînê Dr. Sebirî Henan revandibû û birin cihekî ne diyar. Dr. Sebirî Henan 75 salî ye û ji navçeya Mabata ye.

Di dîmenekî de şopên êşkenceyê li laşê sivîlê bi navê Hemada Hisên Henfî duh ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hatibû qetilkirin xuya dikin. 

Cenazeyê Hemada îro gihişt malbatê û li gundê Belîlka yê Racoyê hate veşartin.