Çeteyên dagirkeriyê 7 sivîl revandin

Çeteyên navê "Polîsa leşkerî" li xwe dikin ên ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker tevî istixbarata Tirkiyê ser malên şêniyên gundê Kefer Sefrê de yê navçeya Cindirêsê girtin û 7 sivîl revandin.

Çeteyên dagirkeriyê 7 sivîl revandin
10 îlon, 2019   14:00
EFRÎN

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku çeteyan di serdegirtinê de gule li hawa berandin û malên şêniyan kontrol kirin.

Di serdegirtinê de çeteyan 7 şênî ji gund revandin. Ji wan navên ev şêniyan hatin zanîn; Xelîl Murad, Xelîl Mihemed Birîmce, Xorşîd Mihemed, Şerefdîn Elûş Şêxo û Elî Xelîl.

Çeteyan kesên ku revandine ber bi cihekî ne diyar ve birin.

(şx)

ANHA