Rêveberiya Xweser buhayê mazotê diyar kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê buhayê mazotê li hemû herêman diyar kir. Her wiha biryar da ku mazotê bê pere bidin malbatên şehîdan û dibistanan.

Rêveberiya Xweser buhayê mazotê diyar kir
7 îlon, 2019   12:42
EYN ÎSA

Ev biryar piştî civîna Meclisa Rêveber a bi desteyan re ya roja pêcşemê, hate dayîn. Li gorî biryarê lîtreya mazotê bi 75 lîreyên Sûriyê ye û bi heman buhayî li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê were firotin.

Rêveberiya Xweser firinên mezin nexistin nava biryarê. Madeya mazotê dê bi 55 lîreyên Sûriyê ji wan re were dayîn.

Her wiha dê mazot bê pere li malbatên şehîdan û dibistanan were belavkirin.
(bx)

ANHA