Mîhrecana Zarokan di roja 2‘yemîn de berdewam dike

5‘emîn Mîhrecana Zarokan di roja xwe duyemîn de li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgeran bi çalakiyên nû didome.

Mîhrecana Zarokan di roja 2‘yemîn de berdewam dike
Mîhrecana Zarokan di roja 2‘yemîn de berdewam dike
Mîhrecana Zarokan di roja 2‘yemîn de berdewam dike
2 îlon, 2019   15:16
QAMIŞLO

5‘emîn Mîhrecana Zarokan bi dirûşma "Zarok simbilên jiyanê ne" li aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê hatiye birêxistinkirin, di roja 2‘yemîn de li ser dika şanoyê ya navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgeran a bajarokê Rimêlan didome.

Bi sedan zarok ji navçeyên Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo û Dêrikê beşdarî mîhrecanê bûn.

Koma Kevana Zêrîn a bajarê Qamişlo, Koma Şehîd Dilgeş û Şehîd Avesta ji navçeya Tirbespiyê û koma Dengbêjî ya Dêrikê stranên folklorî pêşkêş kirin.

Her wiha koma Zarokên Cezayê ya ji bajarokê Cezayê şanoyeke li ser rewşa perwerdeyê û govendên folklorî pêşkêş kirin. Koma Şehîd Warşîn jî ya Tirbespiyê goveng lidar xistin.

Çalakiya roja duyemîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA