Demîrtaş ji dozekê hate berdan

Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selehattîn Demîrtaş ji dozeke di derbarê wî de dihate darezandin, bi biryareke giştî hate berdan.

Demîrtaş ji dozekê hate berdan
2 îlon, 2019   14:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûniştina 11’an a li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê ku Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê yê rehîn girtî jê dihate darezandin, li kampusa Girtîgeha Sincar pêk hat. Rûniştina ku ne Demîrtaş û ne jî parêzer amade bûn, dadgehê bi biryara giştî, di derbarê Demîrtaş de biryara berdanê da.

Ji parêzerên Demîrtaş Ramazan Demîr li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da û got: “Biryar di rûniştineke ku ne Demîrtaş û ne jî parêzer amade hatiye girtin. Lê ji ber di derbarê Demîrtaş de 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hatiye erêkirin, niha nikare ji wê dozê bê berdan.”