Ji bo amadekariya mîhrîcana li Şehbayê çalakiyên werzîşê

Yekitiya Werzîşê ya Herêma Efrînê turnuvaya futbolê ji xwendekarên ciwan ên kantona Şehbayê re bi dawî kir. Turnuva di çarçoveya çalakiyên amadekariya mîhrîcana xwendekaran de pêk hat.

Ji bo amadekariya mîhrîcana li Şehbayê çalakiyên werzîşê
Ji bo amadekariya mîhrîcana li Şehbayê çalakiyên werzîşê
Ji bo amadekariya mîhrîcana li Şehbayê çalakiyên werzîşê
1 îlon, 2019   12:26
ŞEHBA

Di çarçoveya amadekariya mîhrîcana xwendekarên Şehbayê de, Yekitiya Werzîşê ya Herêma Efrînê bi 2 maçan turnuvaya futbolê ji xwendekaran re bi dawî kir.

Maç di navbera tîma Kampa Berxwedan û ya bajarokê Babnis a ciwanan de pêk hat û tîma Kampa Berxwedan bi skora 2-1 bi ser ket.

Piştî maça xortan, maça keçan di navbera tîma Til Rifet û Til Qira de dest pê kir û tîma Til Rifet bi skora 4-2 bi ser ket.

6 tîmên xort û keçan ên dibistanên navçeyên kantona Şehbayê ne, Efrînê, Til Rifet, Til Qira, Kampa Berxwedan, Ehdas, Babnis û Şêrawa tev li turnuvayê bûn.

Dê mîhrîcana xwedekarên Şehbayê hefteya pêş dest pê bike.

Hevseroka Yekitiya Werzîşê ya Herêma Efrînê Nezîr Kor Misto ji ANHA`yê re axivî û teqez kir ku ew hewl didin rewşa werzîşê li Şehbayê bi pêş bixin û ew çalakiyên werzîşê pêk tînin.

(jo)

ANHA