Piştî 3 rojan av li hin taxên Qamişlo vegeriya

Navenda Avê ya Qamişlo xeteke sereke ya avê sererast kir û piştî 3 rojan av gihîşt hin taxên bajarê Qamişlo.

Piştî 3 rojan av li hin taxên Qamişlo vegeriya
Piştî 3 rojan av li hin taxên Qamişlo vegeriya
1 îlon, 2019   11:41
QAMIŞLO

Beriya 3 rojan av li ser hin taxên bajarê Qamişlo qut bûbû. Navenda Avê ya bajêr diyar kir ku ji ber ku xetên sereke yên li ser rêya hîzamê ya bajêr şikestibûn, av qut bûbû.

Endezyar Salar Mihemed ji Navenda Avê ya Qamişlo diyar kir ku xet şikestibû û ji ber wê jî neçar man ku avê li ser hinek taxên bajêr qut bikin heta xet sererast kirin.

Mihemed ji ajansa me re tekez kir ku îro di saetên sibê de av li taxên bajarê Qamişlo vegeriya.

(bx)

ANHA