Balafiran artêşa Tirk Binarê Qendîlê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Balafiran artêşa Tirk Binarê Qendîlê bombebaran kir
28 tebax, 2019   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Rojnewsê ji herêmê wergirtine, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Pirdeşal ê Binarê Qendîlê û Nawdeşt bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên hatine standin, cihên ku hatin bombebarankirin, hemû cihên malbatên sewalvan in. Nayê zanîn bê ka di encama bombebaranê de ziyanek çêbûye yan na.