HRE: Li Ezazê 2 çete hatin kuştin

 HRE’yê daxuyand ku di çalakiya wan a li dijî koma çeteyan a bi navê Polîsên Leşkerî de 2 çete hatin kuştin û 9 çete jî birîndar bûn. Her wiha HRE’yê diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk gundên  Merenaz, Malikiyê û Elqemiyê yên Şerayê bi hewanan topbaran kirin.

HRE: Li Ezazê 2 çete hatin kuştin
28 tebax, 2019   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku duh hêzên wan li dijî koma çete ya bi navê Poîsên Leşkerî li Ezazê çalakiyek li dar xist û di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 9 çete jî birîndar bûn. Her wiha diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî herêmên sivîlan zêde kirine û gundên Merenaz, Malikiyê û Elqemiyê yên Şerayê topbaran kirin.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Hêzên me liv û tevgera artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên li Efrîn û derdora wê dişopîne û li cihên di bin serweriya wan de derbeyan li wan didin.

Di 27’ê Tebaxê de hêzên me bi çalakiyeke sabotajê seyareyekî leşkerî ku çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî ji gundê Kefer Kilbîn yê girêdayî herêma Ezazê vediguhast ji bo noqteyeke leşkerî li gundwarên bakurê Helebê, kir armanc. Di encama çalakiyê de seyareya leşkerî hat rûxandin, 2 çete hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Di 27’ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên bi çekên giran li dijî herêmên tijî sivîl ên navçeya Şera zêde kirin, artêşa dagirker bi 40 guleyên hewanê gundên Merenaz, Malikiyê û Elqemiyê topbaran kirin, di encamê de ziyaneke mezin gihişt mal û zeviyên niştecihên heremê.”