Li Tebqayê teqînek rû da

Li bajarê Tebqayê teqîneke rû da.  Tê gotin ku qurbanî hene.

Li Tebqayê teqînek rû da
26 tebax, 2019   16:05
TEBQA

Nûçegihanên me diyar kir ku erebeyeke bombebarkirî  nêzî çerxerêya Kenîsa ya kolana Filistîn a bajarê Tebqayê teqiya. Li gorî agahiyên destpêkê qurbanî hene.

Çavkaniyekî leşkerî agahî da ANHA‘yê" Agahî hatine ku du erebeyên din ên bombebarkirî li bajêr hene. Niha Hêzên Ewlekariyê di nava lêgerînê de ne."

ANHA