Trump ragihand ku bi Çînê re dest bi dan û standinên bazirganiyê kiriye

Serokê Amerîkayê Donald Trump got dê DYA di demeke pir nêz de dan û standinên bazirganiyê bi Çînê re dest pê bike, tevî ku di rojên dawîn de di navbera her du hêzên aborî li cîhanê nakokî zêdetir bûn.

Trump ragihand ku bi Çînê re dest bi dan û standinên bazirganiyê kiriye
26 tebax, 2019   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

AFP`ê ragihand ku Trump li Lûtkeya G7 a li bajarê Biarritz ê Fransa got: "Duh ez bi çîniyan re axivîm û min got werin em li maseya dan û standinan vegerin."

Trump wiha domand: "Pir nêzîk em ê ji nû ve dest bi dan û standinan bikin. Ez texmîn dikim ku em ê bigihîjin hevpeymanekê."

Trump got "Me du xeber girtin, pir baş in" û her wiha teqez kir ku çînî dixwazin bigihîjin hevpeymanekê û destnîşan kir ku yek ji sedemên ku serokê Çînê Shi Jinping bibe berpirsyarekî mezin ew e ku dizane çawa kar bimeşîne.

Trump dibîne ku hevpeyman pir baş e ji çîniyan û DYA`yê re û pir baş e ji bo cîhanê.

Her wiha 2 muzakerevanên çînî amadekariya xwe ji bo dewamkirina dan û standinên bi Washingtonê re anîn ziman da ku bigihîjin hevpeymanek bazirganiyê.

Kovara ‘Kaishin’ a çînî li ser zimanê cîgirê serokwezîrê Çînê Leo Hee ragihand ku ew amade ne hêdî hêdî bi dan û standin û hevkariyê pirsgirêkê çareser bikin.

(jo)