‘Erka me ye ku em xwedî li malbatên şehîdan derkevin’

Şêniyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku ew bi saya keda şehîdan di nava azadî, aştî û ewlehiyê de dijîn û wiha gotin: “Divê her kes piştgiriya malbatên şehîdan bike. Erka me ye ku em xwedî li malbatên şehîdan derkevin.”

‘Erka me ye ku em xwedî li malbatên şehîdan derkevin’
26 tebax, 2019   06:04
QAMIŞLO - SILAVA ABDUREHMAN

Di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, hemû pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kedên mezin da. Şêniyên herêmê bi hezaran zarokên xwe di oxira rizgarkirina herêmê de winda kirin. Pêkhateyên bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê ya Bakurê Sûriyê diyar kirin ku xwedîderketina li malbatên şehîdan erka wan e.

Şêniyê bi navê Yasîn Elî yê ji bajarokê Girbawî yê bajarê Qamişlo got: “Zarokên herêmê parastina herêmê kirin û canê xwe dan. Bi saya şehîdan îro herêm bi ewle û azad e. Destkeftiyên îro li herêmê hatine bidestxistin bi saya keda şehîdên ji hemû pêkhateyan, hatine qezençkirin. Pêwîste hemû şênî jî piştevaniya malbatên şehîdan bikin. Hem di aliyê madî hem jî manewî de.”

Yasîn bal kişand ser gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha domand: "Dewleta Tirk niha gefan li destkeftiyên ku bi keda şehîdan hatine qezençkirin, dixwe. Lewra jî divê me bi hevgirtî parastina van destkeftiyan bikin.”

‘Em bi saya keda şehîdan di ewlehiyê de dijîn’

Şêniya bi navê Nesrîn Heyder a ji taxa Hilêliyê got: “Pêkhateyên herêmê di oxira ewlehiya herêmê de zêdetirî 11 hezar şehîd dan. Pêwîste hemû pêkhateyên herêmê li ser rêça şehîd û malbatên wan bimeşin da ku xewna şehîdan pêk bê. Lewma divê em hemû berpirsyariya ku li hember malbatên şehîdan dikeve ser milê wan bînin cih û rêça şehîdan bişopînin.”

Esed Abdullah Xelîf jî diyar kir ku hemû pêkhateyên herêmê li dijî gefên li ser ewlehiya herêmê, ne. Xelîf got: “Dudilî ji bo parastina keda şehîdan nabe. Em bejna xwe li hember şehîd û malbatên wan ditewînin û hertim li gel malbatên şehîdan in.”

Şêniya bi navê Amîne Emîn a ji navçeya Rojava ya bajarê Qamişlo jî wiha axivî: “Şêniyên herêmê gelek berdêl dane. Ne bi saya keda şehîdan bûya, em nedigihiştin vê astê. Çareserkirina aloziya Sûriyê di bi keda şehîdên herêmê pêk were. Ji ber şehîdan xwest Sûriyeke azad, demokratik, pirrengî ji tevahî gel û pêkhateyan were avakirin.”

Di dawiyê Amîne Emîn got: "Em piştevaniya malbatên şehîdan dikin û ji wan re tekez dikin ku em ê rêça şehîdan bişopînin. Em piştgiriya malbatên şehîdan dikin, bi taybet dayîkên ku kezebên xwe dane.”

(fr/bm)

ANHA