YPJ`ê nasnameya şehîdeke xwe eşkere kir

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê nasnameya şervaneke xwe ku di 21`ê Tebaxê de li Serêkaniyê şehîd bûbû, eşkere kir.

YPJ`ê nasnameya şehîdeke xwe eşkere kir
24 tebax, 2019   06:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî şehadeta şervana xwe Zîn Şoreş (Hêvîdar Beşar) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPJ`ê wiha ye:

“Em di şexsê hevrêya xwe Zîn Şoreş û bavê wê de, tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin, li hemberî ked û fedakariya malbatên me yên şehîd, soza domandina têkoşînê nû dikin. Ji malbata hevrê Zîn û gelê me re sersaxiyê dixwazin.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, gelê me bi hezaran berdêl di oxira serxistina şoreşê de dan. Di serî de gelê me yê Serêkaniyê ku tevî şervanên xwe di sala 2013’an de li hemberî komên çete li ber xwe dan, ev berxwedana dîrokî piştre belavî her dera welat bû.

Malbata hevrêya me Zîn yek ji wan malbatan bû ku ji destpêka şoreşê de, di refên herî pêş ên têkoşînê de cihê xwe girt. Kedkarê şoreşê, bavê hevala me Zîn ji bo parastina welatê xwe çek hilda ser milê xwe û di çeperên cengê yên herî pêş de mil bi milê şervanan şerê hebûnê da meşandin û tev li karwanên şehîdan bû.

Hevrêya me Zîn, li ser şopa bav û xalê xwe, di sala 2013’an de beşdarî nava refên YPJ’ê bû. Ji bo bibe şopdarek rast a têkoşîna bavê xwe, çeka wî rakir û di şopa wî de berê xwe da nava refên têkoşînê. Hevrê Zîn di şerê Til Hemîs, Til Temir, Mebruka û pêngavên cuda de bi wêrekiyeke mezin cihê xwe girt. Li ruxmê ku di nava şer de birîndar bûbû, lê rêhevala me Zîn tu carî ev birîndarî ji bo xwe nekire astengiyek û di her kêliya jiyanê de li rex rêhevalên xwe her di refên pêş de bû.

Hevrêya me Zîn, di temenekî ciwan de berê xwe da nava refên têkoşînê. Kesayeta xwe bi nirxên şoreşê re ava kir. Bi fedakarî û rihê xwe yê ciwan, bû yek ji evîndarên welatê xwe. Ji bo layîqî ked û nirxên malbata wê avakirî bibe, her tim di jiyanê de hewl da û tê koşiya. Rêheval Zîn herî dawî bi erka ajokariyê radibû. Di dîroka 21.08.2019’an de di encama qezayekê de gihîşte asta şehadetê. Em xemgîniya malbatê parve dikin û dibêjin em ê her tim têkoşîneke layîqî xeta şehîdan bidin meşandin. Em wek rêheval û şopdarên wê, careke din soza xwe ya li hemberî şehîdên azadiyê nû dikin û dibêjin heta em jiyaneke azad diyarî gelê xwe nekin, wê têkoşîna me berdewam bike.

Li ser vî esasî, em careke din ji malbata hêja û fedakar a ku rêheval Zîn, mezin kirî re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe careke din dubare dikin ku em ê xeyalên şehîdan bi cih bînin û pêşerojeke azad ji nifşên nû re ava bikin.

Nasnameya hevrêya me ya şehîd wiha ye:

****

Nasnav: Zîn Şoreş
Nav û Paşnav: Hêvîdar Beşar
Navê Dayikê: Fevziye
Navê Bav: Hemît
Cihê Jidayikbûnê: Serêkanî
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / 21.8.2019