Di çalakiyên meşên vegerê de 122 filistînî birîndar bûn

Ji welatiyên Filistînê yên ku beşdarî meşên vegerê û rakirina ambargoyê yên li ser sînorê Xezayê bibûn 122 kes birîndar bûn.

Di çalakiyên meşên vegerê de 122 filistînî birîndar bûn
23 tebax, 2019   19:08
XEZA

Nûçegihanê me ku agahî ji Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê wergirtiye got "Ekîpên tenduristiyê yên Filistînê bi 122 birîndaran re mijûl bû, birîn bi guleyên rasterast û yên lastîkî bûn."

Nûçegihanê me diyar kir ku girseyeke mezin tevlî meşê bibû, arêtşa Îsraîlê bi fîşekên rasterast, yên lastîkî bombeyên gaza jehrî mûdaxeleya meşê kir.

Meşa îro bi navê "Lebeykî ya Eqsa"  ji bo bîranan şewitandina Mescid El-Eqsa ji aliyê Îsraîlê ve di 21‘ê Tebaxa 1969‘an hate organîzekirin.

ANHA