Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Emgîhan Cûdî re xwest

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrik û Girkê Legê û li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan a li Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Emgîhan Cûdî re xwest.

Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Emgîhan Cûdî re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Emgîhan Cûdî re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Emgîhan Cûdî re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Emgîhan Cûdî re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Emgîhan Cûdî re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Emgîhan Cûdî re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Emgîhan Cûdî re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Emgîhan Cûdî re xwest
23 tebax, 2019   11:06
QAMIŞLO

Şêniyên Dêrik û Girkê Legê û navçeyên wê, endamên saziyên sivîl û Meclisa Rûspiyan û şervanên YPG, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe da konê sersaxiyê yê şervana YPJ`ê Emgîhan Cûdî (Xemê Pusat) ku di encama krîza dil de  li Kobanê şehîd bûbû.

Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîd Emgîhan û alên YPG û YPJ`ê hate xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Sûad Mihemed axivî û sersaxî ji malbata şehîd Emgîhan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest. Sûad destnîşan kir ku şehîd Emgîhan Cûdî li parçeyên Kurdistanê li dijî faşîst û dagirkeran û heta kêliya dawîn a jiyana xwe ji bo doza gelê xwe tê koşiya.

Her wiha bi navê Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk axaftin hatin kirin û soza şopandina rêya şehîdan dan. Axêveran diyar kir ku pêvajoya ku herêm tê re derbas dibe, dîrokî û hesas e, divê her kes bi erka xwe rabe û di rêya şehîdan de bimeşe. Her wiha soza bilindkirina tekoşînê li dijî faşîzma Tirkiyê dan.

Merasîma sersaxiyê bi xwendina nasnameya şehîd Emgîhan Cûdî û dirûşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

ANHA