Şêniyên Şedadê şehîdê xwe oxir kirin

Şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyê şervanê QSD`ê şehîd Xizwan li Goristana Şehîdan oxir kir. Şehîd Xizwan dema ku bi erka xwe ya leşkerî radibû li Dêrazorê şehîd bûbû.

Şêniyên Şedadê şehîdê xwe oxir kirin
Şêniyên Şedadê şehîdê xwe oxir kirin
Şêniyên Şedadê şehîdê xwe oxir kirin
Şêniyên Şedadê şehîdê xwe oxir kirin
Şêniyên Şedadê şehîdê xwe oxir kirin
Şêniyên Şedadê şehîdê xwe oxir kirin
Şêniyên Şedadê şehîdê xwe oxir kirin
Şêniyên Şedadê şehîdê xwe oxir kirin
23 tebax, 2019   09:06
HESEKÊ

Girseya gel, cenazeyê şehîd Îdan Tiwêj (Xizwan) ji Nexweşxaneya Sariya ya bajarê Hesekê wergirt û bi karwanekî berê xwe da Goristana Şehîdan a Şedadê.

Li goristanê, merasîmê bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre bi navê Saziya Malbatên Şehîdan a navçeyê yek ji rêveberên wê Nacî El-Nicûm axivî û sersaxî ji malbata şehîd Xizwan re xwest.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Hesen Fiyad jî axivî û behsa rola girîng a ku şervanên QSD`ê pê radibin, kir.

Piştre, wesîqeta şehîd Xizwan hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd Xizwan li Goristana Şehîdan a Şedadê hate oxirkirin.

(kc)

ANHA