Sûcên li Efrînê berdewam dikin, sivîlên din hatin revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê revandina sivîlan û daxwaza fidyê ji malbatên wan didomîne.

Sûcên li Efrînê berdewam dikin, sivîlên din hatin revandin
Sûcên li Efrînê berdewam dikin, sivîlên din hatin revandin
22 tebax, 2019   16:16
EFRÎN

Çavkaniyekî xwecihî ji Efrînê diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk beriya çend rojan girtin ser mala welatiyê bi navê Mihemed Xelîl Cûma yê ji gundê Kîmar ê navçeya Şêrawayê.

Çavkanî got "Çetayan êrîşî mala Mihemed kirin û bi awayekî hovane wî li pêşiya çavên hevjîn û zarokên lêdan kirin. Piştî telefona destan a wî û hevjîna wî birin ew birin cihekî ne diyar ."

Heman çavkanî diyar kir Mihemed ji ber lêdana ku xwariyê nikare bimeşe û destnîşan kir ku heta niha aqûbeta wî ne diyar e.

Li aliyekî din jî çeteyan welatiyek ji Kolana Vêlat a bajarê Efrînê revandin û  ji bo berdana wî daxwaza fidya 200 hezar lîreyên sûrî li malbata wî kiribû. Piştî malbata fiya peyda kir hate berdan.

Her wiha çeteyên artêşa Tirk a dagirker 5 sivîl ji gundê Golîlka yê navçeya Mabatayê  revandin. Kesên hatin revandin, Mihemed Elî Xelîl Hemo, Luqman Mihemed Hemo, Rîfayî Hikmet Îbrahîm Hemo, Hesen Reşad Hemo û Fewzî Ebdulqadir Hemo.

Ji gundê Basûta yê navçeya Şêrawayê yê çeteyan welatiyê bi nave Mihemed Ehmed Xidir revandin.

Aqûbeta kesên hatina revandin nediyar e.

ANHA