Artêşa Israîlê bersiv da û Xeza bombebaran kir

Balafirên artêşa Israîlê duh di saetên êvarê cihên leşkerî yên komên Filistînê û zeviyên çandiniyê bombebaran kir, ew yek bersiva herdu moşekên ku ji Xezayê ber bi bajarokên Israîlê ve hatin.

Artêşa Israîlê bersiv da û Xeza bombebaran kir
22 tebax, 2019   06:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me li Xezayê got artêşa Israîlê cihên leşkerî û zeviyên çandiniyê bombebaran kir, piştî ku 2 topavêj ji Xezayê derketin û li zeviyên vala li bajarokên Israîlê yên nêzî Xezayê ketin xwarê.

Berdevkê artêşa Israîlê wiha got: "Topavêjin ji Xezayê derketin û li bajarokê Israîlê ketin xwarê hatin belgekirin, ew li cihekî vekirî ketin û tu zirar çênebûn."

Nûçegihanê diyar kir ku komên Filistînê yên çekdar li Xezayê behsa bûyera avêtina topan nekirin.

Beriya niha, serokê partiya "Şîn-Spî" û serok erkanê berê yê artêşa Israîlê Benny Gants wiha got: "Tevgera Hemas li ber 2 rêyan e" her wiha dsetnîşan kir ku herdu rê dê piştî hilbijartinên Knesset be.

Li gorî Gants ku herdu rê ev in: "Bêdengiyeke giştî û vegrandina hêsîran li Xezayê, an jî bêdengiyeke giştî û vegerandina hêsîran bi hêzeke leşkerî."

Ev bûyer roja şemiya çûyî dûbare bû, ku gelek top ji Xezayê ber bi bajarokên Israîlê yên nêzik hatin avêtin, di encama wê de artêşê jî bersiv da û 3 filistînî li nêzî sînorê bakurê Xezayê jiyana xwe ji dest dan.

(jo)

ANHA