SOHR: Rejîm kete nava Xan Şêxûn

Navenda Çavderîya Mafên Mirovan a Sûrî (SOHR) ragihand ku hêzên hikûmeta Sûrîyê ketine Xan Şêxûnê.

SOHR: Rejîm kete nava Xan Şêxûn
19 tebax, 2019   22:46
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR dîyar kir ku hêzên rejîma Sûrî ketine nav Xan Şêxûnê û di nava kolanan de şer û pevçûnên leşkerê rejîmê û çeteyên bi ser dewleta Tirk berdewame.  

Bajarokê Xan Şêxûn ku dikeve başûrê bajarê İdlib’ê ji bo dorpêça bajar jî cihekî giringe. Ger ku Xan Şêxûn bikeve destê rejîmê wê rêya M5 a navnetewî ku heman demê de Şam û Heleb’ê jî bi hev ve girê dide dê bikeve bin kontrola rejîma Sûrî.

Artêşa Tirkîyê ya ku îro ji bo çeteyan alîkariya leşkerî dibir ji rejîma sûrî de aliyê rastî êrîşê hatibû û di êrîşê de serçeyetekî hatibû kuştin.