Konferansa Kedkaran bi dawî bû

Duyemîn Konferansa Yekitiya Kedkaran a Herêma Cizîrê bi hilbijartina hevserokan bi dawî bûn.

Konferansa Kedkaran bi dawî bû
Konferansa Kedkaran bi dawî bû
Konferansa Kedkaran bi dawî bû
Konferansa Kedkaran bi dawî bû
18 tebax, 2019   16:04
QAMIŞLO

Bi dirûşmeya `Bi keda kedkaran em ê civakek demokratîk ava bikin`, îro Duyemîn Konferansa Yekitiya Kedkaran a herêma Cizîrê li Navenda Çand û Huenrê ya Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo bi tevlibûna 300 delegeyan ji tevahiya herêmên herêma Cizîrê li dar ket.

Piştî axaftinan, rapora xebatên yekitiyê ya du salan û rêziknameya yekitiyê hatin xwendin û bi erêkirina beşdaran hindek bendên rêziknameyê hatin guhertin.

Piştre hilbijartinên hevserokatiya Yekitiya Kedkaran a herêma Cizîrê pêk hat. Li gorî piraniya dengan Zeyneb Hesen û Şêro Mihemed Şero wek hevserokatiya Yekitiya Kedkaran a herêma Cizîrê hatin hilbijartin. Her wiha hevserokên yekitiyê yên şaxên yekitiyê li bajaran hatin diyarkirin.

Konferans bi sondxwarina hevserokan bi dawî bû.

(şx)

ANHA