Turnuvaya Şehîdên Komkujiya Şengalê dest pê kir

Mala Êzidiyan a navçeya Tirbespiyê turnuvaya futbolê bi beşdarbûna hemû pêkhateyan bi navê "Şehîdên Komkujiya Şengalê" di salvegera 5`an a komkujiyê de ku çeteyên DAIŞ`ê li Şengalê pêk anî, li dar dixe.

Turnuvaya Şehîdên Komkujiya Şengalê dest pê kir
Turnuvaya Şehîdên Komkujiya Şengalê dest pê kir
Turnuvaya Şehîdên Komkujiya Şengalê dest pê kir
18 tebax, 2019   11:18
QAMIŞLO

Bi beşdarbûna 16 tîmên ji hemû pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ji Kurd, Suryan û Ereban, duh turnuvaya futbolê li gundê Otlacê yê bakurê navçeyê dest pê kir. Mala Êzidiyan di salvgera 5`an a komkujiya ku çeteyên DAIŞ`ê li Şengalê li ser gelê êzidî pêk anî, turnuvayê bi rêxistin dike.

Turnuvaya bi navê "Turnuvaya Şehîdên Komkujiya Şengalê" dê 2 hefteyan dewam bike, dê Mala Êzidiyan di dawiya turnuvayê de xelatan li tîmên ku bi ser ketine, belav bike.

Endamê rêveberiya Mala Êzidiyan a navçeya Tirbespiyê Ziyad Rûstem ji ANHA`yê re axivî û got armanc ji kombûna wan û beşdarbûna hemû pêkhateyan, nameya rastiya vî gelî dide ku hemû bi hev re dijîn û gelê êzidî ne gelekî cuda ye û ew hevgirtî ye bi hemû pêkhateyên din re.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku maça destpêkê ya turnuvayê duh hate lîstin, tîmên Meşûq û Cerah derketin pêşberî hev û tîma Meşûq bi ser ket.

ANHA