Li Kabulê êrîş: 63 kuştî û 182 birîndar

Di şahiyeke li rojavayê paytexta Efxanistanê Kabulê, êrîşkarekî xwe teqand û di encamê de 63 kes hatin kuştin û 182 kes jî birîndar bûn. Tevgera Talîbanê êrîş şermezar kir û diyar kir ku destê wan di êrîşê de tune ye.

Li Kabulê êrîş: 63 kuştî û 182 birîndar
18 tebax, 2019   06:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Efxanistanê îro sibehê ragihand ku di êrîşa duh de ku li dijî şahieke li Kabulê pêk hat, 63 kes hatine kuştin û 182 kes birîndar bûn.

AFP`ê li ser zimanê berdevkê Wezareta Hundirîn a Efxanistanê Nesret Rehêmî wiha ragihand: "Di nav qurbaniyan de, zarok û jin hene."

Êrîş saet di 22:40’an de li Hola Şar Dubai ya şahiyan pêk hat.

Tevgera Talîban îro sibehê êrîş şermezar kir û diyar kir ku destê wan di êrîşê de tune ye. Berdevkên tevgerê li ser Twitterê wiha nivîsand: "Tevger bi tundî vê êrîşa li dijî sivîlan a li Kabulê şermezar dike. Çalakiyên mîna kuştina qesdî û hovane, mîna vê êrîşê û hedefgirtina jin û zarokan, armanc jê çi ye!"

Teqîna duh li rojavayê Kabulê pêk hat, di demekê ku DYA û tevgera Talîban di pêvajoyên dawîn di dan û standinan de ji bo hevpeymana kêmkirina hêzên Amerîkayê li Efxanistanê.

(jo)