Rêziknameya meclisa jinan hate şîrovekirin

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pênasekirina Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêziknameya wê civînek brefireh ji jinên navçeya Tirbespiyê re li dar xist.

Rêziknameya meclisa jinan hate şîrovekirin
Rêziknameya meclisa jinan hate şîrovekirin
Rêziknameya meclisa jinan hate şîrovekirin
17 tebax, 2019   13:50
QAMIŞLO

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek berfireh ji jinên hemû pêkhateyên navçeya Tirbespiyê  re li hola Roj a li bakurê navçeyê li dar xist.

Endema rêveber a Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Hisên civîn bi revebe bir û got: "Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek sîwanek siyasî, hiqûqî û çandî ji jinan re tê hesibandin û ji tevahiya komeleyên jinan û rêzxistinên jinan di partiyan de, nûnerên meclis, saziyên civakî yên girêdayî doza jinê û kesayetên jin ên serbixwe pêk tê."

Bêrîvan tekez kir ku meclis, parastina destkeftiyên jinan û gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rûniştandin û pêşxistina qanûnên jinê, misogerkirina pêkanîna wan qanûnan di tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de armanc dike. Her wiha armanc dike hemû jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û herêmên din ên Sûriyê bi giştî birêxistin bike, hewl bide jinan ji tevahiya aliyan ve perwerde bike, rola jinên bide rûniştandin û makenîzmeyên xweparastinê pêş bixe.

Piştre Bêrîvan rêziknameya Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê; ji pênasekirina meclisê, armancên wê, sazumaniya meclisê, erkên koordînasyonê û şert û mercên endamtiyê xwend.

Civîn bi nîqaşên rêziknameya meclisê bi dawî bû.

Kongreya damezrîner a Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 14`ê Hezîranê de li seyrangeha Beylesan li herêma Amûde li dar ket û Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin.

(şx)

ANHA