Şêniyên Serêkaniyê û Dirbêsiyê şehîd Diyar oxir kirin

Şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Serêkaniyê cenazeyê şehîd Diyar Serêkaniyê (Ehmed Îsa) şervanê YPG’ê ku di erka xwe ya leşkerî de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Ristem Cûdî ya gundê Berkevirê spartin axê.

Şêniyên Serêkaniyê û Dirbêsiyê şehîd Diyar oxir kirin
Şêniyên Serêkaniyê û Dirbêsiyê şehîd Diyar oxir kirin
Şêniyên Serêkaniyê û Dirbêsiyê şehîd Diyar oxir kirin
Şêniyên Serêkaniyê û Dirbêsiyê şehîd Diyar oxir kirin
Şêniyên Serêkaniyê û Dirbêsiyê şehîd Diyar oxir kirin
Şêniyên Serêkaniyê û Dirbêsiyê şehîd Diyar oxir kirin
Şêniyên Serêkaniyê û Dirbêsiyê şehîd Diyar oxir kirin
Şêniyên Serêkaniyê û Dirbêsiyê şehîd Diyar oxir kirin
7 tebax, 2019   19:48
HESEKÊ

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtinê û toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Serêkaniyê Beyar Emîn û bi navê YPG’ê fermandar Îmad Serêkaniyê axivîn.

Axêveran sersaxiya malbata şehîd re xwestin,  rola şehîdan di serxistin û destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine bidestxistin, bi bîr xistin.

Axêveran gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û tekez kir ku pêkhateyên herêmê çawa li dijî DAIŞ’ê hevgirtin û têk bir, dê li hember êrîş û gefan jî bisekinin.

Ji aliyê xwe ve jî Sofî Îsa apê şehîd Diyar Serêkaniyê bi navê malbatê soza şopandina rêça şehîd Diyar û tevahî hevrêyên wê yên ku di oxira pêkanîna aştiya gelên herêmê de şehîd bûne, da.

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehadetê û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû. Piştre di nava tilîliyên dayikan de şehîd hat veşartin.

(fr)

ANHA