Artêşa dagiker û çeteyên wê gundên Şêrawayê dan ber topan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Malikiyê, Merenaz, Şewarxê yên navçeya Şerayê bi dijwarî topbarana dikin.

Artêşa dagiker û çeteyên wê gundên Şêrawayê dan ber topan
6 tebax, 2019   13:15
EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Malikiyê, Merenaz, Şewarxê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê bi çekên giran topbarana dikin.

Nûçegihanên me ragihandin ku bi dehan top li gundan ketin.

Derbarê ziyanên topbaranê de agahî nehatin bidestxistin.

Topbaran didome.

ANHA