Çalakiyên mertalên zindî li Kobanê di roja 21’an de didomin

Bi sedan çalakvanên mertalên zindî li ser sînorê Tirkiyê çalakiya xwe didomînin. Çalakvanan di roja 21’an a çalakiyê de gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin.

Çalakiyên mertalên zindî li Kobanê di roja 21’an de didomin
Çalakiyên mertalên zindî li Kobanê di roja 21’an de didomin
Çalakiyên mertalên zindî li Kobanê di roja 21’an de didomin
6 tebax, 2019   09:38
KOBANÊ

Ji 17`ê Tîrmehê ve bi sedan şêniyên kantona Kobanê dest bi çalakiya mertalên zindî li ser sînorê Tirkiyê li gundên Qeremox û Ziyaretê kir. Ev yek piştî ku Tirkiyê hêzên xwe yên leşkerî li ser sînor zêde kirin û gef li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin, pêk hat.

Çalakiya şêniyan li konê gundê Qeremox ê li rojhilatê bajarê Kobanê, derbasî roja xwe ya 21`an bû. Îro şênî, hefteya sêyemîn a xwepêşandana li ser sînorê Tirkyê ya li nêzî gundê Qeremox bi dawî dikin.

Rojane endam û rêveberên partiyên siyasî yên kantonê û rêveberên saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweser a kantonê beşdarî çalakiyê dibin.

Li gelek bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên redkirina gefên Tirkiyê û çalakiyên mertalên zindî li ser sînorê Tirkiyê dewam dikin.

(jo)

ANHA