Li Dêrikê bîranîna şehîdan

Bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Xebat şehîdên çar mehên dawî ên herêma Dêrik û navçeyên wê hatin bi bîranîn.

Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
4 tebax, 2019   19:09
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Dêrik û navçeyên wê merasîmê bîranîna 234 cagoriyên mehên Nîsan, Gulan, Hezîran û Tîrmehê ku li cih û dîrokên cûda de şehîd bûne li Goristana Şehîd Xebat Dêrik li dar xist.

Bîranîna ku bi hezaran kes ji şêniyên Dêrikê, Girkê Gelê, Çilaxa û Til Koçerê tevlê bibûn bi merasîmeke leşkerî ji aliyê YPG, YPJ û Hêzên Asayîşê ve dest pê kir.

Piştre ji fermandarên YPG‘ê Mihyedîn Xêrkê axivî, cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî DAIŞ‘ê û hevkarên wê yên ku xwestin tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibe çek hilgirt û bi hevgirtina xwe ya niştimanî DAIŞ‘ê têk bir."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Mihemed Ebas jî axivî û got: "Xwîna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di eniyên parastina nirxên mirovahiyê tevlihev bû."

Ebas her wiha qurbaniyên komkujiya 3‘yê Tebaxa 2014‘an a li ser Şengalê bi bîr anîn û got: "Pêşmergeyên PDK‘ê gelê Êzidî wekî pariyek xwarin ji çeteyên DAIŞ‘ê re hiştin. Çeteyan komkujiyên herî hovane li ser Êzidiyan pêk anîn, jin revandin, îxtiyar, zarok û pitik qetil kirin. YPG û YPJ‘ê banga gelê Êzidî pêk anî û ew ji pencên çeteyan rizgar kirin."

Piştre navên şehîdên hatin bibîranîn, hatin xwendin.

Di dawiya merasîmê de şêniyên gul li ser gorên şehîdan danîn.

ANHA