Li Tebqayê bîranîna Komkujiya Şengalê

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê salvegera 5`an a Komkujiya Şengalê ku tê de bi hezaran êzidî bûn qurbanî, bi bîr anî.

Li Tebqayê bîranîna Komkujiya Şengalê
Li Tebqayê bîranîna Komkujiya Şengalê
Li Tebqayê bîranîna Komkujiya Şengalê
Li Tebqayê bîranîna Komkujiya Şengalê
Li Tebqayê bîranîna Komkujiya Şengalê
Li Tebqayê bîranîna Komkujiya Şengalê
Li Tebqayê bîranîna Komkujiya Şengalê
4 tebax, 2019   09:53
TEBQA

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê û pêxistina findan (mûm) dest pê kir. Merasîm li Navenda Çandê ya Tebqayê li dar ket.

Paşê hevserokê Meclisa Rêveber Şiyar Mihemed axivî û komkujî şermezar kir û wiha got: "Komkujiya ku pêk hat, ne tenê ji aliyekî ve bû, ew hevpeymana di navbera DAIŞ û hêzên pêşmergeyan de ku Iraqê ku îdia dikir ew parastina Şengalê dikin, pêk hat, lê reviyan û çarenûsa bi hezaran êzidiyan ji çeteyan re hiştin. Lê jibîr kirin ku dê hêzek parastina Şengalê bike, ew jî YPG û YPJ ne."

Her wiha endama Tevgera Jinan a Şengalê Esma Hecî, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Tebqayê Ebdilkerîm Ibrahîm û bi navê Rêveberiya Jinan a Tebqayê endama rêveberiyê Semer Şihabî axivîn. Axaftvanan salvegera 5`an a Komkujiya Şengalê şermezar kir û diyar kir ku ew qirkirina der heqê gelê êzidî de bû.

Paşê sînevîzyonek der barê detayên komkujiyê û kiryarên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser êzidiyan de hate pêşandan.

Merasîm bi şanoya bi navê "Em we ji bîr nakin" ya têkildarî gelê Şengalê û taybet jinan, bi dawî bû.

(jo)

ANHA