Çeteyên Tirkiyê kargeha bêrînê ya Efrînê talan kirin

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên li dijî sivîlan li Efrînê didomînin.  Hate diyarkirin ku çeteyên Sultan Murad li Efrînê kargeheke bêrînê dizîn.

Çeteyên Tirkiyê kargeha bêrînê ya Efrînê talan kirin
29 tîrmeh, 2019   14:03
EFRÎN

Çavkaniyekî ji navenda Efrînê ji ajansa me re got ku çeteyên Sultan Murad a girêdayî Istixbartên Tirkiyê îro kargeha bêrînê ya li ser rêya Raco – Efrînê dizîn.

Heman çavkaniyî destnîşan kir ku kargeh ayidê welatiyekî ji bajarê Efrînê ye, çeteyên hemû parçeyên kargehê diznî.

 Ji destpêka dagirkirina Efrînê, mal û milkên welatiyan talan dikin.

Bêrîn madeyek ji bermahiyên zeytûnan derdikeve û wekî alava germkirinê tê bikaranîn.

ANHA