Şehîdên meha Tîrmehê li Qamişloyê hatin bibîranîn

Şêniyên bajarê Qamişlo şehîdên meha Tîrmehê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo bi bîr anîn.

Şehîdên meha Tîrmehê li Qamişloyê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Tîrmehê li Qamişloyê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Tîrmehê li Qamişloyê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Tîrmehê li Qamişloyê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Tîrmehê li Qamişloyê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Tîrmehê li Qamişloyê hatin bibîranîn
25 tîrmeh, 2019   18:14
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Qamişlo û malbatên Şehîdan berê xwe dan Goristana Şehîd Delîl Saroxan û tev li merasîma bîranîna 72 şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, YPG, YPJ, QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Erka Xweparastinê yên ku di meha Tîrmehê de di cih û demên cuda de şehîd bûne, bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Silêman Ehmed axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan û gelên herêmê re xwest û got: "Destpêkê em bejna xwe li hember şehîdên me yên leheng ditewînin. Bi saya wan em azad li ser erdê xwe ne. Em soza şopandina rêya wan didin û slogan me `Berxwedan jiyan e`.

Piştre zaroka bi navê Ava Diyar keça şehîd Diyar stranek diyarî giyana bavê xwe û malbatên şehîdan kir.

Di dawiya merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî sembola meclisê li malbatên şehîdan belav kirin.

(şx)

ANHA